Serokê Rûsya li bingeha Himêmîm li gel serokê Sûriyê civiya

Serokê Rûsya di wê civînê de fermana destpêkirina amadekariyan ji bo kişandina hêzên Rûsî ji Sûriyê da.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ajansên Rûsî ragihandin, ku serokê Rûsya Vladimer Putin îro gihişte Sûriyê û li bingeha serbazî Rûsî ya Himêmîm li gel serokê Sûriyê civînek lidar xist.

Li gorî medya Rûsî, serokê Rûsya di wê civînê de fermana destpêkirina amadekariyan ji bo kişandina hêzên Rûsî ji Sûriyê daye.

Herweha Putin di civîna li gel Beşar Esed de got: "Ji bo heyama bêtirî du salan, hêzên Rûsî bi hevkariya artêşa Sûriyê li pêşya bihêztir girûpên terorîst rawestiyan û ew girûp bidawî anîn, ji ber vê yekê jî, min biryar daye ku beşê herî mezin ji hêzên me vegerin Rûsya û hejmara mayî ji hêzên xwe emê li herdu bingehên Rûsî yên li Sûriyê Himêmîm û Tertûsê, heya demeke ne diyar bicih bikin."