Firokeyên Iraqê 45 çekdarên DAIŞê li Sûriyê kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyên Iraqê êrîşî civîneke DAIŞê li nava xaka Sûriyê kirin û di encamê de 45 çekdarên DAIŞê hatin kuştin di nava wan de hejmarek serkirde hebûn.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê di daxuyaniyekê de belav kir, bi piştbestin bi zanyariyên istixbaratî firokeyên F 16 ên Iraqî civîneke DAIŞê li devera Hicîn li nêzîkî Dêrazorê bombebaran kir.
Di daxuyaniyê de hat, firokeyan 3 cihên DAIŞê ku bi tonelan bi hev ve dihatin girêdan armanc kirin û ew her sê cih hatin wêrankirin.
Di encama êrîşê de 45 çekdarên DAIŞê hatin kuştin. Di nava wan de Wezîrê Şer ê DAIŞê û cîgirê wî, emîrekî di warê ragihandinê de, kesê ku postên Ebû Bekir Bexdadî vediguhêze û Fermandarê Polîsa DAIŞê hebûn.
Ev ne cara yekem e hêzên Iraqî operasyonên esmanî li nava xaka Sûriyê li dijî armancên DAIŞê pêk tînin.
S. B