NBC: Rêveberiya Trump li rêyên derxistina Fethulah Gulen digere

NBC ya Amerîkayê îdîa dike ku, rêveberiya Trump li rêyên derxistina Fethula Gulen digere.

K24 – Navenda Nûçeyan

NBC ya Amerîkayê îdîa dike ku, rêveberiya Trump li rêyên derxistina Fethula Gulen digere.

Li gor NBC, Serokê Amerîkayê ji ber kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqçî, di bin zextên Tirkiyê de ku divê rêveberiya Siûdî siza bike.

NBC îdîa dike ku, Trump bo aramkirina Tirkiyê û başkirina pêwendiyên Tirkiye û Siûdî dixwaze Fethula Gulen dersînor bike û ji bo vê ferman lêkolîna dosyeya wî daye.

Lê Wezîrê Dadê û FBI di wê baweriyê de ne ku, bingeha yasayî ya radestkirina Gulen nîn e.

 

 

 

C.B