Koşka Spî: Ger Bronson neyê serbest berdan sizayên din li Tirkiye tên sepandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Koşka Spî ragihand, ger Keşe Bronson neyê azadkirin dê sizayên zêdetir li ser Tirkiyê bisepînin.
Peyvdara Koşka Spî Sara Sanders berdewamiya girtina keşe Bronson şermezar kir, û daxwaza azadkirina wî di zûtirîn dem de kir. Amaje bi wê yekê kir ku, Serok Trump pirr ciddî ye û dixwaze di zûtirîn dem de Bronson were serbest berdan.
Brunson nêzîkî 2 salan girtî ye û bi tometa piştgiriya terorê hatiye zîndanîkirin. Ligor Tirkiye Keşe Brunson ligel Cemaeta Gulen û PKK hevkar bû ye. Amerika girtina Brunson bi siyasî binav dike û bi zarê Serok Trump, Cîgirê Serok Pence jî daxwaza serbestberdan a wî kiriye.
Herweha rewşa girtî ya keşe Brunson bû egera çendîn sizayên Amerika beramberî Tirkiye û dolarê amerîkî hemberî lireyê Tirkiye gihişt ast a xwe ya herî bilind, ku bandorek aborî jî li Tirkiye dike.
C.B