Rus Neft dixwaze çalakiyên xwe li Kurdistanê berferehtir bike

Ajansa nûçeyan ya Reuters nûçeyek belav kiriye, ku tê de hatiye, di Oktobera Sala derbasbûyî û di germahiya nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de Serokê Kompaniya Rus Neft Îgor Sîçîn...

K24 – Navenda Nûçeyan

Kompanya Rus Neft dixwaze çalakiyên xwe li Kurdistanê berferehtir bike.

Ajansa nûçeyan ya Reuters nûçeyek belav kiriye, ku tê de hatiye, di Oktobera Sala derbasbûyî û di germahiya nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de Serokê Kompaniya Rus Neft Îgor Sîçîn, ku dostê nêzîkî Serokê Rûsya Vladimir Putin e  nameyek ji bo Wezareta Petrol a Iraqê re şandibû, û ragihandibû ku, ew dixwaze pêwendiyên aborî û kêlgehên petrolê li Herêma Kurdistanê berferehtir bike.

Herweha Reuters amaje bi wê yekê kir ku,  kompanyayên Amerîkî û Ewropî dixwestin ligel Herêma Kurdistanê kar bikin û di jêr de, ji berpirsên Bexda re digotin, ew ligel yeperçeya axa Îraqê ne, lê di nameya Rus Neft de ev yek nebûye.

 

 

C.B