HSDê li rojhilatê Ferêt 26 çekdarên DAIŞê kuşt

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, duhî şervanên wan karîn di şerê li gundê Baxoz ê li parêzgeha Dêrazorê de 26 çekdarên DAIŞê bikujin.

K24 – Naveda Nûçeyan

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, duhî şervanên wan karîn di şerê li gundê Baxoz ê li parêzgeha Dêrazorê de 26 çekdarên DAIŞê bikujin.

Navenda Ragihandina HSDê belav kir, çekdarên DAIŞê hewl dan êrîşî gundê Baxoz bikin û firokeyên bêfirokvan bikar jî bikaranîn, lê şervanên wan ew firoke xistin xwarê.”

Diyar kir jî, di şer û pevçûnan de 26 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, ku 3 çekdar di êrîşeke Hevpeymaniya Navdewletî de hatin kuştin.

Kampîna bi navê Cenga jinavbirina DAIŞê ku dawî ceng e ji aliyê hêzên HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê ye ji roja 11ê vê mehê ve birêve diçe.

 

S. B