Rageşiya di nava Tirkiye û Îsraîle de çi ye?

Piştî bûyera li Gazzeyê rageşiya di nava Tirkiye û Îsraîle de dîsa bilind bû. Piştî 6 salan ya bûyera Mavî Marmarayê cara duyem e ku pêwendiyên di nava her du welatan de tê asta rawestînê. Bi boçûna pisporan reaksiyonên Tirkiyê yên li dij Îsraîlê ne ji dil in û bo raya navxweyî ne.

 

K24 – Stenbol

Piştî bûyera li Gazzeyê rageşiya di nava Tirkiye û Îsraîle de dîsa bilind bû. Piştî 6 salan ya bûyera Mavî Marmarayê cara duyem e ku pêwendiyên di nava her du welatan de tê asta rawestînê. Bi boçûna pisporan reaksiyonên Tirkiyê yên li dij Îsraîlê ne ji dil in û bo raya navxweyî ne.

Piştî bûyera Mavî Marmara bi 6 salan ku di 2010an de qewimî bû encax pêwendiyên di nava Tirkiye û Îsraîlê de ber bi asayîbûnê ve çûbûn. Lê bi kuştina 60 Filistiniyên xwepêşandêr ên li sînorê Gazzeyê careke din Tirkiye û Îsraîl li beramberî hev bi qeyrenekê nû re rû bi rû man. Ji hikûmetê heta partiyên siyasî herkes yek bi yek êrîşa Îsraîlê şermezar dike û ev çend roj in karvedanên di vê derbarê de berdewam dikin. Bi boçûna pisporê pêywendiyên navneteweyî Îbrahîm Varli, rexneyên tund ên Tirkiyê ku li Îsarîlê digire rexneyên ne ji dil in, ger ji dil bûna Tirkiyê bi sedan peymanên leşkerî, aborî û bazirganî bi Îsraîlê re girênedidan.

Îbrahîm Varli ji K24ê re wiha axivî:"Serokomarê Tirkiyê wek qebadîyekî rexneyên tund digire li Îsarîlê lê tû bersiva wan rexneyan nîn e. Hemû reaksiyon bo siyaseta navxweyî ne. Îsraîl ne tenê Îsarîl e ew, Amerîka ye û Yekîtiya Ewropayê ye. Pirseke hêsan, hê jî navenda perwerdehiya leşkerî ya Îsarîlê li bajarê Konyayê ye û Tirkiye li wê derê ji aliyê leşkerên Îsarilê ve tê perwerdekirin. Madem tu ne şirîkê terorê yî û Îsraîl delweta terorê ye asêke wê derê. Çima asê nakî, ji ber ku pêwendiyên pê re xwedî raboriyeke 50 salî ye ne wisa hêsan e."

Li gorî Mustafa Kemal Erdemolê pispor jî sucdarê bûyera li gazzeyê Amerîka ye, Tirkiye di şûna Amerîkayê de Îsarîlê ji xwe re dike amanc. Ger Amerîkayê piştî 22 salan ev gava vekirina Balyozxneyê ya li Qudisê neavêtina wê ev bûyer bi vî rengî menzin nebûna. Erdemol dibêje, hem ji aliyê aborî hem jî baziganî ve pêywendiyeke xurt heye di nava her dû welatan de, ji ber vê bûyerê jî wê ew pêywendî têkneçin.

Pisporê Polîtîkaya Derve Mustafa Kemal Erdemol dibêje: "Tirkiye vê meseleyê li gorî xwe şîrove dike û mezin dike. Lê her çiqas li aliyekî rexneyên giran bike jî, Tirkiye bi Îsarîlê re gelek îxale û peyman girêdane; hem di warê îstixbaratî, leşkerî, balafirên Heron ku Tirkiye wan di operasyonên dersînor de bikar tîne, nûkirina tank û balefiran, pergala radarê ya li ser F-4an û bi sedan tiştên din. Bi milyar dolaran peyman û îxale hatine girêdan. Madem Îsarîl dijmin e çima peymana Mavî Marmarayê nayê xirakirin? Loma ev rojeveke demdemî ye û wê çend rojên din jî berdewam be, lê wê bitefe."

Têkîliya di nava Tirkiye û Îsraîlê de di sala 1950an de di 12 Adarê de bi awayekî fermî dest pê dike. Di wê demê de Tirkiye yekem welate ku dewleta Îsraîlê dinase. Di vê pêywendiya 68 salî de her çiqas reaksiyonên Tirkiyê ji aliyê beşek pisporan ve wek reaksiyona ji bo siyaseta navxweyî bê nirxandin jî, ji aliyê beşek din ya pisporan ve piştî qeyrana dîplomatîk ya sala 2010an, ev bûyera dawîn ya ku li Gazeyê qewimî û 65 kesan canê xwe ji dest da, wê bibe destpêka prosesa rawestîna duyemîn ya pêywendiyên dîplomatîk ên bi Îsraîlê re.