Barzanî: Şanazî ye li Silêmanî bibêjin belê bo serxwebûnê

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di nava dehan hezar serbixwexwazên Silêmaniyê de ragihand, ti şanaziyek ji vê mezintir nîn e ku li nava vî bajarî xweşewîst xwe amade bikin û bibêjin belê ji bo serxwebûna Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di nava dehan hezar serbixwexwazên Silêmaniyê de ragihand, ti şanaziyek ji vê mezintir nîn e ku li nava vî bajarî xweşewîst xwe amade bikin û bibêjin belê ji bo serxwebûna Kurdistanê.

Barzanî tekez kir, Silêmanî her dem bi xebat û têkoşînê de pêşeng e û ragihand, gencên Silêmaniyê li hember Sidîq Mistefa rawestiyan û mirin dan pêş çavên xwe û qebûl nekirin ku sivikiyê bi Mela Mistefa neye bikin.

Ragihand jî, Silêmanî malbenda Kurdayetiyê yê û di sala 1943an de Barzanî ji Silêmanî  vegeriya Barzan, bi hevkarî û piştevaniya Şêx Mehmûd Hefîd.

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir, di civîna Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî de behsa referandûma serxwebûna Kurdistanê tê kirin, ew jî berhema xwîna şehîdan e.

Tekez kir jî, biryara referandûmê ne yê kesekî ye û ne partîtî ye, belkû biryara xelkê Kurdistanê ye.

Barzanî diyar kir, li gor destûra Iraqê, pabendbûn bi destûrê yekgirtina wê ya azad diparêze û got: “Hikûmeta Bexdayê pabendî destûrê nebû û destûr binpê kir, ji ber wê gelê Kurdistanê neçar bû biryareke din bide. Biryar bû li Iraqê dewleteke federalî û medenî ava bibe, lê îro dewleta olî û taifî li Iraqê heye, me jî ne li ser wê rêkeftibûn.”

Serokê Herêma Kurdistanê got jî, hin kesan digotin ku referandûm biryara du partiyan e, ne ya tevahiya Kurdistan ye û behsa wê yekê dikirin ku ev prose tenê ji bo fişareke siyasî ye, lê ew biryar pir ji mej ve ligel welatan tê behskirin.

Barzanî got: “Sala borî bi şandeke mezin me serdana Bexdayê kir, me ji wan re got di hevpariyê de me şikestî anî, bila em bibin du cîranên baş. Hinan ji wan, helwestên wan nerm bûn, hinan jî xeyalên wan fereh bûn û wiha dizanîn ku yekrêzî nîn e, lê hemû camewerê Kurdistanê ji serxwebûnê re yekrêz in, yek partî ne û tekez kirin ku em hemû di çarçova partiya Kurdistana serbixwe de ne.”

Barzanî ragihand, Bexda ku niha dibîne helwesta navdewletî tundtir bûye, ew jî hin pêşniyazan red dikin, heger referandûm amrazek e ji bo armanceke pîroz e, ew jî serxwebûn e, her dem Encûmena Bilind a Referandûmê behsa wê kiriye, heger bedîlekî ji referandûmê baştir hebe, gelê Kurdistanê qebûl dike, lê heta niha ew bedîl neketiye destê me.

Serok Barzanî tekez kir, referandûm gaveke yasayî û asayî ye û ne tawan e, gelek ku xedir lê hatiye kirin, piştî 100 salî ji zulm û sitemê lê hatiye kirin, daxwaza serxwebûnê dike.

Barzanî ragihand, xwîna law û kedkarên vî gelî di sedsala borî de ji bo serxwebûnê bû, Şêx Ebdulah Nehrî, Şêz Ebdulselam, Şêx Mehmûd Hefîd, Qazî û Barzanî xebata wan hemûyan ji bo serxwebûnê bû û wan ew rê nexişandin.

Barzanî hêvî xwast, niha tenduristiya cenabê serok Mam Celal rê daba, bi hev re me ev erk hilgirtiba, ku gelek asantir û serkeftîtir dibû û ji vir de silavan ji bow î dişînim û daxwaza şîfayê dikim. Her dem biratî û roka te ya mezin ji bîr nabe serok Mam Celal.

Barzanî got jî, bixwe şahidê wê yekê bûm, ku 7 Pêşmerge şehîd bûn, hin ji yekîneya 70 û yên din ji yekîneya 80 bûm, xwîn û goştên wan tevlî hev bûn, ew jî nîşana yekrêziyê ye, di bin navê qurbanîdana ji bo serxwebûna Kurdistanê de û ew cihê şanaziyê ye.