Tirkiyê CIA plana Tirkiyê ya bo Reqayê bi cidî digire

CIA plana Tirkiyê ya bo Reqayê bi cidî digire
Wêne: Arşîv

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Ajansa Istixbarata Navendî ya Amerîka (CIA)  Mike Pompeo pilana Tirkiyê ya ji bo operasyona Reqayê bi awayekî cidî digre.

Naveroka hevdîtinên Serokê CIAyê Mike Pompeo ya digel rayedarên Tirkiyê êdî aşkere dibe. Li gor nûçeyên di çapemeniya Tirkiyê de balav bûye, dema Serokê CIAyê serdana Tirkiyeyê kiribû rayedarên Tirkiyê ji wî re behsa giringiya operasyona Cerablûsê kirine. Piştre jî Tirkiye ji Amerîkayê xwestiye operasyona Reqayê bila Tirkiye bike û pilanek jî pêşkêşî Pompeo kirine.

Li gor wê pilanê Tirkiye dikare bi hêzên Kurdî yên dervayî YPGê re di operasyona rizgarkirina Reqayê de kar bikin. Li ser vê yekê jî Pompeo gotiye, heger di destê Tirkiyê de pilaneke alternatîf a derbarê rizgarkirina Reqayê de hebe, ew ê pêşniyara Tirkiyê ciddî bigirin. 

Pompeo 2 roj berê serdana Tirkiyê kiribû bi Serokomar, Serokwezîr û Berpirsê MÎT a Tirkiyê civiyabû.