YNK beşdariya di hikûmetê de guftûgo dike

Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pêkanîna kabîneya dahatû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û beşdariya di hikûmetê de guftûgo dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pêkanîna kabîneya dahatû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û beşdariya di hikûmetê de guftûgo dike.

Medyaya fermî ya YNKê belav kir, îro Polîtburoya YNKê bi serperiştiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl dicive, ji bo guftûgokirina dawî pêşhatên Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê, di civînê de pişka YNKê di kabîneya dahatû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hevpeymaniya wê ligel PDKê tê guftûgokirin. Heriwha civîna siba ya Parlemantoya Iraqê guftûgo dike, ku YNKê pêdagîriyê li ser wergirtina Wezareta Dadê dike.

Biryar e di çend rojên bê de şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) serdana aliyên siyasî bike û dest bi gereke din a danûstandinên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê  bike.

 

S. B