Hevseroka KCDê Leyla Guven ket greva birçîbûnê

Hevseroka Kongireya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven careke din nehate azadkirin û dest bi greva birçîbûnê kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka Kongireya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven careke din nehate azadkirin û dest bi greva birçîbûnê kir.

Leyla Guven îro li bajarê Diyarbekirê hate dadgehkirin lê dadgeha Diyarbekirê careke din ew azad nekir. Hevserokê din ê KCDê Berdan Ozturk nerazîbûneke tund nîşan da û ragihand, li Tirkiyeyê yasa û dadperwerî ji bo Kurdan nemaye û ew dê maf û doza xwe li dadgehên navnetewî bigerin.

Ozturk da zanîn, Leyla Guven di dadgehkirina xwe de herwiha nerazîbûn li dijî tecrîda li ser Rêberê PKKyê Abdullah Ocalanî nîşan daye û Guven  ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalanî dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Li bajarê Diyarbekirê dadgehkirina Hevseroka Kongireya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Gûvenê bi rê ve çû û Dadgeha Diyarbekirê careke din biryara girtîbûna Leyla Gûvenê da.

Hevserokê din ê KCDê û Parlementerê HDPê yê Agiriyê Berdan Ozturk nerazîbûneke tund li dijî biryara dadgeha Diyarbekirê nîşan da û ragihand, dadgehên Tirkiyeyê li dijî Kurdan biryarên siyasî û neyasayî dide û cudakarî dike. Li gor dazanîna Berdan Ozturk, Leyla Guven herwiha nerazîbûn li dijî tecrîda li ser Rêberê PKKyê Abdullah Ocalanî jî nîşan daye û ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalanî dest bi greva birçîbûnê kiriye

Berdan Ozturk amaje kir, li Tirkiyeyê dadperwerî dawî hatiye û ew ê jî serî li dadgehên navnetewî bidin.

Leyla Guven di 31ê Kanûna Paşînê de ji ber axaftinên xwe yên di derbarê operasyona Efrînê de hatibû girtin. Dozgerê Diyarbekirê Leyla Guvenê bi dijminahî xistina nav civakê tohmetbar kir û ji bo wê heta 31 salan cezaya zindanîkirinê xwest.

Guven di hilbihartinên 24ê Hezîranê de ji lîsteya HDPê bû parlementera Colemêrgê lê dîsa jî nehate azadkirin. Guven heta niha 3 caran hate dadgehkirin û dadgehkirina çeremîn dê di 26ê Berçile de bi rê ve biçe.