Tirkiye şandina leşkeran bo nav Sûriye berdewam e

Artêşa Tirkiyê karwanek din a leşkerî ya Komando şand baregehên xwe yên nav xaka Suriyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê karwanek din a leşkerî ya Komando şand baregehên xwe yên nav xaka Suriyê.

Hikûmeta Tirkiyê, şandina leşkerên xwe ji bo nav xaka Surîyê berdewam dike.

Hejmarek Trimbêlên leşkerî ku tije hêza komando bûn û ligel zirîpoş û teqemeniyê, ji deriyê Kirikhan a Hatayê re, derbazî nav xaka Surîyê kirin.

Karwanê leşkerî ku di nav ewlekariyek tund de derbas bûn, dê li baregehên Leşkerên Tirkiyê yên devera İdlibê, werin bicîh kirin.

Hate ragihandin, jiber ku di navbera grupên çekdar ên  Tirkiyê û grupên din de şer heye, bi armanca parastina hêzên xwe, hatine şandin.

 

 

 C.B