“Amerîka dixwaza destpêkirina pêvajoya çareseriyê ji Tirkiyê dike”

Balyozê berê yê Tirkiyê li Amerîkayê Şûkrû Elekdag dibêje: Amerîka ji Tirkiyê dixwaze pêvajoya çareseriyê careke din destpê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê berê yê Tirkiyê li Amerîkayê Şûkrû Elekdag dibêje: Amerîka ji Tirkiyê dixwaze pêvajoya çareseriyê careke din destpê bike.

Şûkrû Elekdag biryara Amerîkayê ya li dijî 3 rêveberên PKKyê şîrove dike û dide zanîn, Amerîka armanc dike ku PKK û YPGê ji hev cuda bike û dixwaze ji pêvajoya çareseriya siyasî ya Sûriyê jî YPG bibe yek ji wan aktorên masê.

Got jî, li Tirkiyê jî dixwaze pêvajoya çareseriyê ya di navbera PKK û hikûmeta Tirkiyê de careke din destpê bike. Pêvajoya çareseriyê dê bibe sedem ku aloziya Tirkiye û Amerîkayê nemîne û Amerîka jî dê bikaribe YPG û Tirkiyê îdare bike.

Demek e rayederên HDPê banga destpêkirina pêvajoyê çareseriyê li hikûmetê dikin. Berî çend rojan Hevseroka HDê Pervîn Bulden li Diyarbekirê di gotarekê de got: “Pêvajoya çareseriyê ji bo dahatûya Tirkiye û Rojhilata Navîn gelek girîng bû, divê careke din were destpêkirin.”

Li Tirkiyê di sala 2013an de di navbera hikûmet û PKKê de "proseya aştî û çareseriyê" dest pê kiribû û HDP jî wê demê navbênkarî kiribû. Lê belê di Tîrmeha sala 2015an de bi kuştina du polîsên Tirk proseya aştiyê têk çûbû û di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de şer û pevçûnên ku dest pê kirin û hêj jî berdewam dikin.

 

S. B