Protokola Tifaqa HDP-Partiyên Kurdistanî hate îmze kirin

Kombûna Tifaqa 7 Nûnerên Partiyên Kurdistanî û HDPê, li Diyarbekirê hat saz kirin û protokola Tifaqê hate îmze kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Kombûna Tifaqa 7 Nûnerên  Partiyên  Kurdistanî  û HDPê, li Diyarbekirê hat saz kirin û protokola Tifaqê hate îmza kirin.

Di kombûnê de, pêvajoya hilbijartinan hate nirxandin û bang li gelê Kurd li Bakur kirin, da ku piştgiriya vê Tifaqa Partiyên Kurdistanî bikin.

Serokê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê Mehmet Emîn Kardaş û Hevseroka HDPê Perwîn Buldan axaftin kirin û gotin: Ev protokol bûye hêviyek mezin ji bo gelê Kurd, piştî hilbijartinan jî ew dê ji bo yekitîya Gelê Kurd gavên mezintir bavêjin.

HDP ligel Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK), Partiya Komunsist a Kurdistanê (KKP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokrat a Kurdistanê - Tirkiye (PDK-T), Hereketa Azadî, Partiya Insan û Azadiyê û Komeleya Şoreşger Demokratîk a Kurd (DDKD) re Tifaqa Hilbijartinê li bakurê Kurdistanê pêkanîn e.

 

 

 C.B