Çawîşoglu: Kî piştevaniya YPGê bike ew jî wek YPGê ye

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çawîşoglu tekez kir, ew derfetê nadin ti kesî ku ji bo parastina YPGê biçin Efrînê û li cem Tirkiyê ti cudahî di navbera YPG / PKK û welatên ku piştgiriya wan dikin de nîn e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çawîşoglu tekez kir, ew derfetê nadin ti kesî ku ji bo parastina YPGê biçin Efrînê û li cem Tirkiyê ti cudahî di navbera YPG / PKK û welatên ku piştgiriya wan dikin de nîn e.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çawîşoglu di kombûneka rojnamevanî de li ser operasyona Efrînê axivî û got: “Em derfetê nadin wan kesan ko biçin Efrînê û piştgiriya YPG û PKKyê bikin. Berî niha çend seyare hewl dan biçin Efrînê lê me rê neda wan. Ez bi zelalî dibêjim. Kîjan welat be bila ew be. Kîjan hêz be bila ew be. Kî piştgiriya PKK û YPGê bike di çavê me de ew û YPG û PKK wekî hev in.”

Li gor rêkeftinekê di navbera YPG û artêşa Sûriyê de, di 20 vê mehê de karwanek ji hêzên Berevaniya Şeibî ya ser bi artêşa Sûriyê ve derbasî nava Efrînê bû, duh jî karwanekî din ji wê hêzê gihîştibû Efrînê.

Piştî belavbûna nûçeya lihevbûna nûçeya derbasbûna wê hêzê ji Efrînê re, artêşa Tirkiyê karwanek ji wê hêzê armanc kiribû.

Herwiha Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan red kir, ku ew hêz derbasî Efrînê bûbin û got: "Bi sedema topbarana artêşa Tirkiyê me ew neçar kirin ku vegerin cihê ku jê hatibûn. Em rê nadin ti grûpeke leşkerî derbasî Efrînê bibe."

 

S. B