Tirkiye: Kesên bê navnîşan dê nikaribin deng bidin
K24 – Navenda Nûçeyan
Konseya Hilbijartinên Bilind a Tirkiyê bi daxûyaniyekê da zanîn: Her welatî yê, ku di roja hilbijartinan de navnîşana xwe nebe, dê nikaribe dengê xwe bikarbîn e.
Ev biryar, a ku Konseya Bilind a Hilbijartinan derxistiye herî zêde dê bandore li ser dengdêrên Kurd bike, ku piranî dengê xwe didin HDPê.
Ligor daxûyaniya Konseya Bilind a Hilbijartinan, her welatiyek ku roja hilbijartinan di devera û nîşana xwe de nebe, dê nikaribe deng bikar bîn e.
Piştî vê daxûyaniyê, rayadarên HDPê û derdorên din ên Oposizyonê rexneyên tund li Konseya Bilind a Hilbijartinan dikin.
Oposizyon dide zanîn: Hikûmet dixwaze dengên bi milyonan mirovan, ku ji ber şer li bakur koçber bûn e, asteng bike.
C.B