Rooney rêya xwe ligel tîma neteweyî veqetand

K24 – Navenda Nûçeyan

Lîstikvanê stêrk ê Ingilistanê û tîma Everton Wayne Rooney naxwaze zêdetir di tîma neteweyî ya Ingilistanê de bilîze.

Lîstikvanê 31 salî kêfxweşiya xwe ji hilbijartina xwe di tîma neteweyî ji alî rahêner Gareth Southgate ve anî ziman, lê herweha xwest ku di astek baş de lîstika xwe di tîma neteweyî de biqedîne. Xwe bide lîstikên tîma Everton di Premier Leauge de.

Rooney ji 17saliya xwe ve di tîma neteweyî ya Ingilistanê de dilîst.