Efserekî polîsê Iraqê li Kerkûkê hat kuştin

Li gundê Berye Helwat li rojavayê Kerkûkê, efserekî polîs bi pileya mulazim hat kuştin û efserek bi pileya raid birîndar bû û du çekdarên xwekuj ên DAIŞê hatin kuştin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Ji encama şer û pevçûneke çekdarî li rojavayê Kerkûkê, efserekî polîsê Iraqê hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.

Jêderekî emnî li Parêzgeha Kerkûk ragihand, ku şevê din li gundê Berye Helwat li rojavayê Kerkûkê, şer û pevçûn di navbera polîsê Iraqî û çekdarên DAIŞê de qewimî û di encamê de, efserekî polîs bi pileya mulazim hat kuştin û efserek bi pileya raid birîndar bû û du çekdarên xwekuj ên DAIŞê hatin kuştin.

Li başûrê bajarokê Qaim li rojavayê Enbar jî, bombeyeke vedayî teqya û di encamê de, efserek bi pileya eqîd hat kuştin û efserekî din bi pileya muqedem û serbazek birîndar bûn.

N.O