Fransa: Bi artêşa Amerîka re li Sûriyê dimînin

Serokê Desteya Erkanê ya artêşa Fransayê general François Lecointre ragihand, artêşa Fransayê wek artêşa Amerîka li Sûriyê dimîne, ta şerê DAIŞê bidawî dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Desteya Erkanê ya artêşa Fransayê general François Lecointre ragihand, artêşa Fransayê wek artêşa Amerîka li Sûriyê dimîne, ta şerê DAIŞê bidawî dibe.

General François Lecointre îro ji kenala “CNews” a Fransî re ragihand, erkê pêşîne yê artêşa Fransayê li Sûriyê bidawîanîna DAIŞê ye.

Got jî: “Bawer nakin Amerîka berî jinavbirina yekcarî a DAIŞê ji Sûriyê vekişe û hûrgiliyên din jî biyara siyasî ye.”

Diyar kir jî, Fransa kar ji bo jinavbirina yekcarî a DAIŞê li navçê dike, bi taybet li sînorê di navbera Sûriye û Iraqê de û ji bo wê armacê jî her amrazekê bikar tîne, çi esmanî be yan hêzên bijahî yan taybet bin.

Fransa ji sala 2015an ve yekem êrîşa xwe ya esmanî li ser DAIŞê dest pê kir û nêzîkî 40 firokeyên şer li binkeyên xwe yên li navçê belav kirine.

Ji 2016an ve jî artêşa Fransayê biryar daye bihêzeke taybet beşdarî operasyona leşkerî li ser erdê bibe, lê ti zanyariyek derbarê hejmara wê hêzê nehatiye aşkerekirin.

Berî çend rojan Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka Jim Mattis ragihandibû, ew hêzên xwe ji Sûriyê venakişînin, ta aştî li wî welatî pêk neye.

 

S. B