Sûriyê Tirkiye navê grûpên opozîsyonê bo Astanayê diyar dike

Tirkiye navê grûpên opozîsyonê bo Astanayê diyar dike
Wêne: Arşîv

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiyê lîsteyeke navan derbarê aliyên beşdar di danûstandinên astana de pêşkêşî Rûsyê kiriye, ku tevahiya wan ji grûpên çekdar yên ku Tirkiyê piştevaniya wan dike, pêk tê.

Li gor rojnameya “El-Exbar” a Libnanî, Tirkiyê reşnivîsek bi navê komên ku dê li danûstandinên Astanayê de amade bibin pêşkêşî Rûsyê kiriye û heya niha Rûsyayê ti bersiv derbarê wê lîstê de nedaye Tirkiyê.

Li gor rojnemeya navbûrî, lîsta Tirkiyê ji nûnerên Ehrar El-Şam ku bi 6 nûneran dê beşdar bibe, Feyleq El-Şam, Nûredîn Zenkî, Feyleq El-Rehman û çend yekîneyên din yên ku di bin navê artêşa azad û Mertala Feratê de şer dikin, pêk tê.

Herwiha navê Serokê Îtîlafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Enes El-Ebde û û  serokê berê yê Îtîlafê Muaz El-Xetîb di wê lîstê de hene.

Biryar e, bi serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê ve di 23 vê mehê de civînên aştiyê di navbera opozîsyon û rêjîma Sûriyê li Astanayê paytexta Kazixistanê bêne lidarxistin, lê heta niha aliyên beşdar bi tevahî  nehatina destnîşankirin.