Pêşmergeyek li Gulalayê birîndar bû

Pêşmergeyek ku xwastiye ji bo dengdanê biçe navçeya Gulalayê ya ser bi Xaneqînê ve, ji aliyê hêzên Iraqî ve teqe lê hate kirin û birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Pêşmergeyek ku xwastiye ji bo dengdanê biçe navçeya Gulalayê ya ser bi Xaneqînê ve, ji aliyê hêzên Iraqî ve teqe lê hate kirin û birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li Germiyanê da zanîn, îro dema Pêşmergeyekî xwastiya ji bo beşdarî proseya dengdanê bibe ji bajarokê Kalarê biçe Gulalayê, lê ji aliyê çekdarên hêzên Iraqî ve teqe lê hate kirin.

Diyar kir jî, hêzên Iraqî destpêkê rêgirî li wî Pêşmergeyî kirin û jê re gotin ku nabe biçe Gulala, wî Pêşmergeyî jî pêdagirî kiriye ku biçe wî bajarokî, wê demê teqe li wî Pêşmergeyî hate kirin û birîndar bû.

Ev bûyer di demekê de ye, ku roja dengdana taybet li sînorî Xaneqînê du berbijêrên Kurd yek ji lîsta PDKê û yek jî ji lîsta YNKê hatibûn birîndarkirin.

 

S. B