HSD 44 bergumanên DAIŞê li Dêrazorê serbest berda
K24 – Navenda Nûçeyan
HSD 44 bergumanên DAIŞê li Dêrazorê serbest berdide.
Li gundewarê Dêrazorê Hêzên Sûriya Demokrat 44 kesên ku bi tometa endametiya DAIŞê girtibûn, serbest berda.
Li gor berpirsên HSD ew kesên ku hatine berdan destê wan di kuştina welatiyên Sûriyê de nîn e, û wan delîveyeke nû dan e wan, da ku deverên ji grûpên tundewar biparêzin û careke din tevî wê grûpê nebin.
Di 12ê vê mehê de HSD 43 bergumanên din yên DAIŞê serbest berdabû, û ev gava HSDê piştî xwepêşandanên xelkê gundewarê Dêrazorê li dijê HSDê hatiye, ku daxwaza serbestberdana girtiyên xwe û baştirkirina rewşa aborî dikin.
C.B