Supaya Pasdaran du kolberên Kurd kuştin

"Du kolberên Kurd dixwestin ji Serdeşt biçin gundekî Pişder li Herêma Kurdistanê, daku kelûpelên xwe bifroşin, lê Supaya Pasdaran teqe li wan kirin û ew kuştin".

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro yekşemê 17/12/2017an, Supaya Pasdaran ya Îranê li navçeyên sînorî di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de, 2 kolberên Kurd kuştin.

Jêdereke emnî ragihand: "Du kolberên Kurd dixwestin ji Serdeşt biçin yek ji gundên navçeya Pişder li Herêma Kurdistanê, daku kelûpelên xwe bifroşin, lê dema nêzîkî sînor bûn, hêzên Supaya Pasdaran ya Îranê teqe li wan kirin û yekser herdu kolber kuştin".

Kêşeya kolberên ser sînor heya niha jî çareser nebûye û ji bilî karê wan yê giran û keda wan ji bo debara jiyanê, lê her demekê ji aliyê Supaya Pasdaran ve teqe li wan tê kirin û gellek caran di encama teqeyê de, kolber canê xwe jidest didin.