Peyvdarê YPGê: Me daxwaz kiriye artêşa Sûriyê bê Efrînê, lê bersiv nehatiya dayîn

Peyvdarê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd aşkere kir, wan daxwaz kiriye artêşa Sûriyê bê Efrînê, lê ta niha ti rêkeftin nehatiye kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd aşkere kir, wan daxwaz kiriye artêşa Sûriyê bê Efrînê, lê ta niha ti rêkeftin nehatiye kirin.  

Peyvdarê Fermî yê YPGê Nûrî Mehmûd li ser rêkeftina di navbera YPGê û artêşa Sûriyê de ji K24ê re ragihand, agahiyên li ser medyayê hatine belavkirin ne temam in. Me artêşa fermî ya Sûriyê vexwediye ku yekîtiya xaka xwe biparêze, lê ta niha rêjîmê bersiva me nedaye.

Li ser çawaniya derbasbûna artêşa Sûriyê û erkên wê, Nûrî Mehmûd da zanîn, ji erkê artêşa Sûriyê ye ku sînorê Sûriyê biparêze.

Herwiha got, dewleta Tirkiyê dibîne ku Helebê beşek ji belgeya wê ya milî ye û dixwaze wê tevlî xwe bike, niha Ezaz, Bab û Cerablus dagîr kiriye û dixwaze Efrînê jî bigire, ji bo tevahiya wîlayeta Helebê bi ser nexşeya xwe ve bike.

Herwiha got, armanca Tirkiyê perçekirina xaka Sûriyê ye, ji ber wê jî erk e li ser artêşa Sûriyê yekpariya xaka Sûriyê biparêze.

Peyvdarê Fermî yê YPGê tekez kir jî, heta niha ti rêkeftin ji bo derbasbûna Efrînê bi artêşa Sûriyê nehatiye kirin.

Ev daxuyaniyên Peyvdarê Fermî yê YPGê di demekê de ne, îro televizyona fermî ya Hikûmeta Sûriyê ragihandibû, dê di çend demjimêrên bê de, hêzên taybet yên artêşa Sûriyê, derbasî nav bajarê Efrînê bibin, ew jî li gorî‌ rêketinekê ku di navbera YPGê û Hikûmeta Sûriyê de hatiye kirin.

Li ser daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan got, Erdogan jêdera terorê ye li herêmê, destpêkê projeya Îxwan Muslimîn li seranserî Rojhilata Navîn dabû pêşiya xwe, piştî ku ev proje li Serê Kaniyê bibin ket, dest bi projeya DAIŞê kir, ku ew jî li Rojhilata Navîn gihêşt Şam û Bexdayê, lê ew jî li Kobanê û Reqayê bibin ket. Erdogan dixwaze li Rojhilata Navîn dewleta Osmanî ava bike û fitohatan li hember Ewropa û Asyayê bike.”

Li ser daxuyaniyên berpirsên YPG û Rêveberiya Xweser, ku merca mikurhatina li sîstema federaliya Bakurê Sûriyê danîbûn li pêş derbasbûna artêşa Sûriyê ji Efrînê, Nûrî Mehmûd got: “Em îro yekpariya Sûriyê guftûgo dikin, pirsgirêkên navxweyî yên din, ji piştî yekpariya Sûriyê tên gotûbêjkirin.”

Derbarê dema derbasbûna artêşa Sûriyê ji Efrînê re, Peyvdarê Fermî yê YPGê Nûrî Mehmûd got: “Ne wê yekê diyar dikin. Heger Artêşa Sûriyê xwe di ber parastina sînorê xwe de berpirsyar dibîne, divî ji îro ve were û sînor biparêze.”