Sûriyê Toner: Ji astanayê re nehatine vexwandin

Toner: Ji astanayê re nehatine vexwandin
Wêne: Arşîv

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, ew ji bo civînên Astanyê ya derbarê krîza Sûriyê de nehatine vexwandin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner, di konferanseke rojnemegerî de ragihand ku, hê vexwandineke fermî ji bo li civînên Astanayê amade bibin neçûye ji wan re. Got jî demê lidarxistina wan civînan ne guncaw e, lê heger ew hatin vexwandin ewê qebûl bikin ku amade bin.

Toner amaje bi wê yekê jî kir, ku ew ne aliyekî rastrast in di wan civînan de, lê ew di pêwendiyan bi Rûsye û Tirkiyê berdewam bûn.

Pêr, Berdevkê bi navê Sekreterê NY, Stephane Dujarric jî ragihand, ew li civînên Astana amade nabin, ji ber ku heta niha ti vexwendinên fermî ji wan re neçûne.

Biryar e di 23 ve mehê de civînên di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de û bi serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê li Astana paytexta Kazixistanê bên lidarxistin.