Firokeyên Tirkiyê devera Pişder bordûman kirin
K24 - Navenda Nûçeyan
Îro piştî nîvro, careke din firokeyên cengî yên Tirkiyê her yek ji gundên Sure dê, Bokrîskan û Şaroş yên ser bi bajarokê Sengeser ve û çendîn gundên din yên devera Pişder bi tundî borduman kirin.
Firokeyên Tirkiyê bi bihaneya hebûna gerîlayên PKKê ew navçana bordûman kirin.
Heya niha jî zanyarî derbarê ziyanên canî û madî yên wê bordûmanê eşkere nebûne.
Li gorî yasayên navdewletî derbaskirina ezmanê welatan û şikandina serweiya wan welatan, wan yasayan binpê dike.
N.O