Tirkiyê CHP gef xwar: Em dikarin ji Parlemento jî vekişin!

CHP gef xwar: Em dikarin ji Parlemento jî vekişin!

K24 - Navenda Nûçeyan

Berdevka Partiya Komarî ya Gel (CHP) ragihand: Em encamên referendûmê nasnakin. Diziya vîn a gel hate kirin. Em ê pêngavên bersîvî bidin, di nav de vekşandin ji Parlemento jî heye!

Selin Sayek Boke, bi zimanek tund rexne li birêvebirina pêvajoya referendûmê kir û helwêsta Partiya xwe diyar kir: “Encamên vê referendûma derew in. Bi pêkanîna yekser û bilez a axaftinên balkonî û ragihandina serkeftinê, hemû derew in. Em ne van encamên nas dikin, ne jî dê nas bikin”

Li gor Selin Sayek Boke, dive“ referendum ji nû ve lidar bikeve. Ev guherînên, ku dê di Destûra Bîngehîn de pêk werin, wekî nebûyî em dê liqelem bidin. Em dê serî li ber zextên desthilatê netewînin”.

Boke diyarkir ku, ew ê tevayiya mafên xwe yên demokratîk bikar bînin. Di nav vekişandina ji Parlemento jî heye. Bi vî awayî xebata parlementoyê dê asê bikin û bixetimînin.

Di hilbijartina referendûma 16. Nîsanê de jib o guherîna çendîn xalên Destûrî, ji %51.4 Erê, ji %48.6 dengên – Na derketibîn, ku di destê yekem de CHP û HDP diyar kirin: ew van encaman nasnakin û hîle û sextekarî ketiye hilbijartinê de