Kurdistan Ji ber dengên “Erê”û “Na” 3 kes hatin kuştin

Ji ber dengên “Erê”û “Na” 3 kes hatin kuştin

K24 – Diyarbekir

Li navçeya Diyarbekirê ya Çêrmûkê, di pevçûna ku li dibistaneke dengdayînê di nav du malbatên xizim de derketibû de hejmara miriyan bû sisê. Li gorî agahiyên ku ji Gundê Mîlanê yê cihê bûyerê bi dest ketin, pevçûna di nav herdu malbatan de derketiye, ji ber dengên erê û na çêbûye.

Li Gundê Mîlanê yê Çêrmûka bi ser Diyarbekirê ve li hewşa dibistaneke dengdayînê, di sibeha dengdayînê (16.04.2017) de di nav du malbatên xizim de pevçûn derket. Pevçûna ku gur bû ji ber nîqaşa dengê erê û dengê na dest pê kir û ap û biraziyan bi çekan êrîşî hev kirin.

Di encamê pevçûnê de welatiyên bi navê Abdulrezak Yildiz û Şêxmûs Yildiz jiyana xwe ji dest dabû. Ji 4 birîndarên ku rewşa yekî jê giran bû, hemwelatiyê bi navê Îdrîs Yildiz jî jiyana xwe ji dest da û hejmara miriyên xizmên hev bûn, gihîşt sisiyan.

3 birîndar li Nexweşxaneya Siwêregê ya Dewletê tên dermankirin û gelek polîs û tîmên leşkeran li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin.