El Hekîm: Hêzên Amerika liser daxwaza hukimeta federal li Iraqê ne

Mihemed Elî el Hekîm di bersivên pirsyarên Nûçegîhanê Kurdistan24 de diyarkir: “Hêzên Amerika bi pejirandina hukimeta federal li Iraqê ne, li Iraqê meşq û rahênanê bi Hêzên Iraqê dikin”...

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Iraqê Mihemed Elî el Hekîm diyarkir, ku Hêzên Amerika liser daxwaza hukimeta federal a Iraqê, li vî welatî dimînin.

Wezîrê derve yê Iraqê beşdarî civîna “Iraq a piştî DAIŞ” a Navenda Xebatên Pêwendiyên Navneteweyî (CSIS) li Waşington a paytexta Amerika bû.

Mihemed Elî el Hekîm di bersivên pirsyarên Nûçegîhanê Kurdistan24 de diyarkir: “Hêzên Amerika bi pejirandina hukimeta federal li Iraqê ne, li Iraqê meşq û rahênanê bi Hêzên Iraqê dikin”.

Wezîrê derve yê Iraqê Mihemed Elî el Hekîm herweha anî ziman, ku tu binkeyek Amerika li Iraqê nîn e û peymana stratejî ya di navbeyna Bexda û Waşingtonê de, dê dom bike.

 

 

C.B