Amerika jiber pêwendiya bi Îran re, hin kompanyayên Malezya û Tayland siza kirin

Jiber pêwendiya wan bi Îranê re, Wezareta Gencîneya Amerîka sizayên darayî li ser hejmarek kompanyayên firokevaniyê yên Malezya û Taylandê danî

K24 – Navenda Nûçeyan

Jiber pêwendiya wan bi Îranê re, Wezareta Gencîneya Amerîka sizayên darayî li ser hejmarek kompanyayên firokevaniyê yên Malezya û Taylandê danî.

Wezareta Gencîneya Amerîka ew sizayên liser kompanyayan, bi egera hebûna pêwendiya wan bi Komara Islamî ya Îranê re vegerand û encamdan a geştên asîmanî ji bo wî welatî, wekî bîngeha sizayan binav kir.

Heta niha kompanyayên hejmarek ji welatan, ji Îranê vekişiyan e û geştên xwe jî, ji bo wî welatî rawestandin e. Vê yekê jî, ziyan bi kerta geştûguzar a Îranê da ye, û biryar e, di vê hefteyê de, çendîn kompanya dawiyê bi geştên xwe, ji bo vî welatî bîn in.

 

 

C.B