NY: Tenê 150 meşextên Sûrî li ser sînorê Urdinê mane

Berî niha Netewên Yekgirtî ragihandibû, ku 60 hezar welatiyên Sûrî li ser sînorên li gel Urdinê asê mane.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevrêzkarê Netewên Yekgirtî li Urdinê Andres Pedrson ragihand, ku piraniya meşextên Sûrî, yên ku li ser sînorên Urdinê bûn, vegeriyane malên xwe û tenê 150 meşext ku li wir mane û piraniya wan zilam in.

Bi gotina Andres Pedrson Netewên Yekgirtî li gel hevparên xwe, kar ji bo dîtina çareykê ji wê kirîzê re dikin û pêwîstiya wan bi piştevaniya bêtir heye.

Herwiha ji aliyên pêwendîdar daxwaz kir ku rê ji wan re vekin daku derbasî aliyê Sûryê bibin ji bo alîkariyan pêşkêşî meşextan bikin.

Berî niha Netewên Yekgirtî ragihandibû, ku 60 hezar welatiyên Sûrî li ser sînorên li gel Urdinê asê mane.

N.O