K24 xaniyê ku yekem kongreya PDKê tê de hatiye girêdan dibîne

Îro 72 sal bi ser damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re derbas dibe, tîma Kurdistanê li Bexdayê diçe mala Seîd Fehîm Feylî yê li taxa Azemiyê, ku yekem kongreya PDKê di 16ê Tebaxa 1946an de tê de hate girêdan.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro 72 sal bi ser damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re derbas dibe, tîma Kurdistanê li Bexdayê diçe mala Seîd Fehîm Feylî yê li taxa Azemiyê, ku yekem kongreya PDKê di 16ê Tebaxa 1946an de tê de hate girêdan.  Berpirsê Liqê 5 ê PDKê dibêje: “Mela Mistefa her ji destpêka damezrandina PDKê ve, Bexda pê girîng bû ji bo bidestxistina mafên Kurd.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 16.8.1946an li mala Seîd Fehîm Feylî yê li Bexdayê bi serperiştiya Mela Mistefa Barzanî û bi beşdariya 72 endamên bilind, yekem kongreya xwe bi nehênî girê da, ku wê demê bi navê Partiya Demokrat a Kurd bû, her di wê kongreyê de Mela Mistefa Barzanî wek yekem Sekreterê PDKê hat hilbijartin.

Cîgirê Berpirsê Liqê 5 ê PDKê li Bexdayê Îsmaîl Mendelawî ji K24ê re dibêje: “Di dema girêdana kongir de, 70 endamên bilind ên PDKê tê de beşdar bûn, ji wan jî Elî Ebdula, Cafer Hebîb Mihemed Kerîm, Salih Yûsifî û çendîn endamên din û di vî xaniyê li Bexdayê de peyrew û bernameya PDKê danan. Herwiha yekem Komîta Navendî hat hilbijartin û bi koma dengan Mela Mistefa Mela Barzanî wek Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê hat hilbijartin.”

Ji bilî Kongreya Yekem, PDKê her li Bexdayê jî Kongreya Duyemîn di Adara 1951an de li mala Elî Hemdî ya li Bab Moezem girê da. Kongerya Çaremîn jî di sala 1959an li mala Kake Ziyadê Koyî li kolana Kîfah a Bexdayê girê da. Ev jî girîngiya Bexdayê ji PDKê re nîşan dide.

Kadroyê Pêşketî yê PDKê li Bexdayê Husên Feylî ji K24ê re got: “Dema Kongreya Yekem li Bexdayê dihat girêdan, piraniya Kurdên Feylî malên xwe dianîn derdora xaniyê ku kongre tê de dihat girêdan.”

Di dirêjahiya dîrokê de, Partiya Demokrat a Kurdistanê girîngî û pêgeheke bihêz da ser Bexda û bajarên Iraqê, ta di wê rêyê re mafên Kurdistanê bidest bixe.

Berpirsê Liqê 5 ê PDKê li Bexdayê Şiwan Mihemed dibêje: “Dikarin bibêjin wek PDKê pêşengehê partiyên siyasî bûye, li Iraqê me berevanî li demokrasiyê kiriye, ji wê demê ve PDKê diruşma pêkvejiyan bilind kir û behsa netewên din kir. Rola Mela Mistefa Barzanî jî di kolanên Erebî de girîng bû.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê di sala 1946an de li bajarê Mehabadê hat damezrandin û di Kongreya Sêyemîn sala 1953an de li Kerkûkê, navê xwe ji Partiya Demokrat a Kurd guhart û kir Partiya Demokrat a Kurdistanê. Ta niha 13 kongre girê dane û niha Serok Mesûd Barzanî ku serokatiya PDKê dike, xwedî mezintirîn pêgeha cemarî û zortirîn kursiyên parlemanî li ser asta partiyên siyasî yên Kurdistanê û Iraqê ye.

 

 

S. B