Jêngeh Li Tirkiyê bareneke dijwar destpê kir

Li Tirkiyê bareneke dijwar destpê kir
Baran barîn li Tirkiyê

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê bareneke dijwar destpê kir û li gelek deveran lehî rabûn. Her wiha li rojavayê Tirkiyê jî berf dibare.

Hişkesaliya Tirkiyê bi baraneke dijwar dawî bû. Li gelek deverên Tirkiyê û hin deverên bakurê Kurdistanê radestê lehiyan bûn.

Taybet li Rojavayê Tirkiyê û bajarên Stenbol û Îzmîrê gelek dever di bin avê de man.

Her wiha îro berdestê sibê, li rojavayê Tirkiyê bajarê Kirklarelî berf dibare. Pispor radigihînin ev şilî dê çend rojên din berdewam bike ku tê texmînkirin, bandorek li bakurê Kurdistanê jî bike.