Heşda Şeibî ji navçeyeke parêzgeha Selahedîn vekişiya

Encûmena parêzgeha Selahedîn, berî çend rojan ji serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî xwest, ku çekdarên Heşdê ji sînorên wê parêzgehê bikişîne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Jêderekî emnî Iraqî ragihand, ku mîlîşyayên Heşda Şeibî ji bajarokê Sîniye yê ser bi bajarê Bêcî ve li parêzgeha Selahedîn paşde vekişiyane.

Wî jêderî ku nexwestiye navê wî bê eşkerekirin, diyar kir ku hêzên emnî yên Iraqê, wê şûna mîlîşyayên Heşdê li wê navçeyê bigirin û got: Ew vekişyan li ser bingeha rêketinekê di navbera aliyên Hikûmî û fermandarên Heşdê de çêbûye.

Li gorî zanyariyan, wê çekdarên Heşda Şeibî li navçeyên rojavayê bajarê Bêcî, belav bibin.

Encûmena parêzgeha Selahedîn, berî çend rojan ji serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî xwest, ku çekdarên Heşdê ji sînorên wê parêzgehê bikişîne.

Ev jî piştî wê yekê hat, ku li bajarokê Beled yê ser bi parêzgeha Selaheddîn ve, nakokî di nav êlên Sune û çekdarên Heşdê de çêbûn.

N.O