Nerazîbûna xelkê Besrayê venemiriye

Peyamêrê K24ê li bajarê Besrayê da zanîn, careke din xwepêşandan li parêzgeha Besrayê dest pê kirine û hêzên ewlehiyê avahiya parêzgeha Besrayê dorpêç kirine, ji ber xwepêşandanan jî riyên sereke yên bajêr hatine birîn û çûnûhatin hatiye qedexekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji aliyekî din ve, Komisyona Bilind a Mafên Mirovan li Iraqê diyar kir, di xwepêşandanên 10 rojên bûrî de ta niha 12 kes hatine kuştin û zêdetir ji 571 kesên din jî birîndar bûne, ji wan 195 welatî û 371 jî endamên hêzên ewlehiyê ne.

Herwiha da zanîn, ta niha 302 xwepêşander hatine desteserkirin û ziyan gihîştiye 47 avajiyên hikûmî û partiyan.

Tevî belavbûna hêzên ewlehiyê, leşker û çekdarên mîlîşyayan li ser kolanên besra, Bexda û bajarên din ên Iraqê, lê xwepêşander li ser berdewamiya xwepêşandanên xwe û mafên xwe ên rewa ên peydakirina derfetên kar û cibicîkirina xizmetguzariyan rijd in.

Ji heyama 13 rojan, welatiyên parêzgeha Besra û parêzgehên başûrê Iraqê li dijî nebûna kehreba, av, xizmetguzariyên sereke û derfetên kar derketine xwepêşandanan dikin û wek ew dibêjin, ku baweriya wan bi sozên berpirsên Iraqê nemane.

S. B