Çalakvanên Efrînê li pêş Konsolxaneya Tirkiyê li Kolnê dikevin greva birçîbûnê

Çalakvanên Efrînê li dijî kiryarên revandin, dizî û talanê yên ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve li Efrînê tên kirin, kampîneke greva birçîbûnê ya bi navê “Em dimirin bo Efrîn bijî” li pêş konsolxaneya Tirkiyê ya li bajarê Koln a Almanyayê birê xistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çalakvanên Efrînê li dijî kiryarên revandin, dizî û talanê yên ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve li Efrînê tên kirin, kampîneke greva birçîbûnê ya bi navê “Em dimirin bo Efrîn bijî” li pêş konsolxaneya Tirkiyê ya li bajarê Koln a Almanyayê birê xistin.

Kampîna “Em dimirin bo Efrîn bijî” ku ji duhî 16ê Cotmehê ve li bajarê Kolnê dest pê kiriye, Komîta Birêxistinê di nameyekê bo konsolxanya Tirkiyê de xuya kir, “Efrîn bûye qurbaniya lihevkirina hêzên navdewletî û herêmî û hevrêziya di navbera Tirkiye û rêjîma Sûriyê û Îranê de. Li ser hesabê milyonek welatiyên sivîl, Tirkiyê dest bi operasyona “Şaxa Zeytûnê” kir, di encamê de bi sedan welatî şehîd û birîndar, bi sed hezaran welatî derbider bûn û bi hezaran jî welatî hatin girtin û dibistan, cihên dîrokî, mizgeft û jêrxaneya bajêr hatin rûxandin.

Herwiha di nameyê de hat, “Hêzên Tirkiyê li Efrînê hemû nirxên azadî, perensîpên dadweriyê, parastina ewlehî û aramiyê û mafên mirovan binpê dikin û ev binpêkirin ji hemû cîhanê ve têne xuyakirin û li pêş di çavên civaka navdewlet dibin.”

Di beşeke din a nameyê de hat: “Îro û piştî derbasbûna 9 mehan li ser wê operasyonê, hîna civaka navdewletî li hember dagîrkirina Efrînê bêdeng e û tenê hin raportên navdewletî û yasayî yên şermok tên derxistin.  Efrîna ku nimûmeya şaristaniyê bû û pêşwazî li zêdetir 250 hezar koçberên navçeyên din ên Sûriyê dikir û li dijî rêxistinên terorî rawestî, niha û bi sedema êrîşê û kiryarên nemirovane yên grûpên çekdar li hember welatiyên Efrînê, Efrîn vegeriye serdema tariyê û talankirinê.”

Herwiha  di nameyê de hat: “Tirkiyê destê grûpên çekdar di Efrînê de berdaye û ew grûpê bi armanca standina pereyan bi rojane welatiyên Efrînê direvînin û eşkence didin, cihên dîrokî û gor û mezelên pîroz dikolin û didizin. Herwiha rê nadin derbirderên Efrînê vegerin ser mal û milkên û li cihê wan koçberên Xûta û hemû navçeyên din ên Sûriyê bicih dikin.”

Kampîna “Em dimirin bo Efrîn bijî” daxwaz ji Tirkiyê kir ku wek welatekî dagîrker pabendî erkên xwe bibe û hemû grûpên çekdar ji Efrînê derxîne û rêvebertiya bajêr radestî xelkê Efrînê bike. Rê bide hemû koçber û derbiderên Efrînê vegerin ser mal û milkên xwe û di bin çavdêriya navdewletî de. Hemû koçberên li şûna xelkê Efrînê bicih bûne derbixe. Hemû girtiyan serbest berde û çarenivîsa kesên windayî diyar bike. Piştevaniya xwe ji grûpên çekdar re rawestîne û li gor biryara navdewletî 2254 bi erênî beşdarî proseya danîna destûra nû ya Sûriyê bibe.

Greva birçîbûna ya “Em dimirin bo Efrîn bijî” bi beşdariya hejmarek ji çalakvanên Efrînê yê li Ewropa dimînin ji roja 16ê Cotmehê ji demijmêr 12:00 ve li bajarê Kolnê dest pê kiriye û ta roja 20 vê mehê demjimêr 16:00 berdewam dibe.

 

S. B