Tirkiye 10 milyon dolaran pêşkeşî Filistiniyan dike

Rojnameya fermî ya Tirkiyê “Resmi Gazete” diyarkir ku, Komara Tirkiye ligel hukimeta dewleta Filistinê rêkeftina pêşkeşkirina 10 milyon dolaran kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya fermî ya Tirkiyê “Resmi Gazete” diyarkir ku, Komara Tirkiye ligel hukimeta dewleta Filistinê rêkeftina pêşkeşkirina 10 milyon dolaran kiriye.

Di medya Tirk de tê nivîsandin ku, ew 10 milyon dolar ji bo pêşxistina rewşa aborî û civatî ya Filistinê û herweha ji bo pêwistiyên sereke pêşkeşî Filistinê hatine kirin.