Komisyonê lîsta Berhem Salih pejirand

Cîgirê Duyem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Ehmed Salih, şepêleke nû ya siyasî li Komisyona Bilind a Hilbijartinê tomar kir û şepêl hat pejirandin, lê heta niha derbarê girîngtirîn pirsa çarenivîsa Kurdistanê bêdengî hilbijartiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Duyem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Ehmed Salih, şepêleke nû ya siyasî li Komisyona Bilind a Hilbijartinê tomar kir û şepêl hat pejirandin, lê heta niha derbarê girîngtirîn pirsa çarenivîsa Kurdistanê bêdengî hilbijartiye.

Berhem Salih li tûra pêwendiyên civakî “Twitter” logoya wê şepêla siyasî belav kiriye û nivîsiye: “Komisyona Hilbijartinê tomarkirina (Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî) pejirand, bi hêviya dirustkirina hikumraniya baş û dadperweriyê ji bo xizmeta welatiyan.”

Biryar e roja 1ê Mijdara 2017an proseya hilbijartinên giştî û serokatiyê li Herêma Kurdistanê bi rê ve biçe.

Komisyona Bilind a Hilbijartinan roja 14ê vê mehê bersiva nivîseke Serokê Herêma Kurdistanê da û amadehiya xwe ji bo birêvebirina proseya hilbijartinan di 1ê Mijdarê derbirî.

Berhem Salih heta niha bi awayekî fermî dest ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bernedaye û tenê di riya çend daxuyaniyên rojnamevanî ragihandiye, ku dest ji YNKê vekişiya ye.

Berhem Salih salîm 2009 – 2011an Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû û di kabîna sala 2004an de Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bû û demekê jî Wezîrê Plandananê ya Iraqê bû û di pişt re di kabîneya sala 2006an careke din bû Cîgirê Serokwezîrê Iraqê.

Berhem Salih heta niha bi ti awayekî nêrîn û helwesta xwe ya siyasî derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê ranegihandiye.

Bêdengiya Berhem Salih di demekê de ye, ku ew xwedî pêwendiyeke dîplomasî ya berfereh e û di navxweya partiya wî de jî alîgirên wî li benda helwesta wî derbarê serxwebûna Kurdistanê û proseya referandûmê ne.

Wek çavdêrên rewşa Herêma Kurdistanê amaje bi wê dikin, ku beşdarnebûna 3 parlemanterên YNKê ji hejmara 6 parlemanteran ku ser bi baskê Berhem Salih in, wek nîşaneke zelal e ku ew ne ligel referandûma serxwebûna Kurdistanê ye.