PKK vidyoya girtina endamên MITÊ belavkir

Partiya Karkerên Kurdistanê vîdyoya girtina du endamên dezgehê hewalgîriya Tirkiyê ya naskirî bi MIT belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Karkerên Kurdistanê vîdyoya girtina du endamên dezgehê hewalgîriya Tirkiyê ya naskirî bi MIT belav kir.

Ligor ku di vîdyoyê de hatiye, hin kesên ku mask li xwe kirin e û nayên naskirin diçin jorekê, û sê kesan desteserdikin. Ligor medyayên fermî yên PKK biryar e Koma Civakên Kurdistanê KCK, mikurhatina her du endamên MITê bi awayekî fermî jî belav bike.

Li Tebax a 2017an PKK ragihand, wan du endamên MITê li qeza Dokan a ser bi Silêmaniyê ve girtin e, ku dixwestin operasyonekê li dijî wan pêk bînin. Piştî vê bûyerê pewendiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê û Tirkiyê ber bi aloziyan çûn, û nûnerê Yekîtiyê li Enqere Behroz Gelalî ji wî welatî hat derkirin