Serokomariya Tirkiye liser Lûtkeya Soçî daxûyanî belavkir

Serokomariya Tirkiyê ragihand, di Lûtkeya Soçiyê de, bo çareseriya krîza Sûriyê, xebatên siyasî û meydanî dê werin gotûbêjkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomariya Tirkiyê ragihand, di Lûtkeya Soçiyê de, bo çareseriya krîza Sûriyê, xebatên siyasî û meydanî dê werin gotûbêjkirin.

Beriya Lûtkeya Soçî, ya ku sibê bi beşdariya Serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê birêve diçe, Serokomariya Tirkiyê derbarê naveroka civînê de daxûyaniyek belav kir.

Hat destnîşankirin, ev çaremîn civîna sê alî ya bi mijara Sûriyê ye û Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan bi armanca beşdariya civînê sibê serdana Soçiyê dike.

Serokomariyê da zanîn, di civîna Soçiyê de, biryarên Platforma Astanayê û xebatên di warê siyasî û meydanî de hatine kirin, dê werin rojevê.

 

 

C.B