Franca ji rewşa nû ya Sûriyê daxwaza civîneke Encûmena Asayişê kir

Wezîrê Derve yê Francayê Jean-Yves Le Drian nîgeraniya xwe ji operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê ragihand û daxwaza civîneke Encûmena Asayişa Navdewletî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Francayê Jean-Yves Le Drian nîgeraniya xwe ji operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê ragihand û daxwaza civîneke Encûmena Asayişa Navdewletî kir.

Jean-Yves Le Drian li Cezaîrê di civîna grûpa 5+5 a welatên deryaya Spî de ragihand, Franca gelekî nîgeran e ji rewşa li Sûriyê, ji bo nirxandina rewşa mirovî jî daxwaza civîneke Encûmena Asayişa Navdewletî kir.

Jean-Yves Le Drian di axafina xwe de amaje bi rewşa Efrînê û devera Xutayê ku rewşa mirovî li wan deveran gelekî xirab e. di wê çarçovê de jî îro wî pêwendiyeke telefonî bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu re kir.

Artêşa Tirkiyê duh operasyona li dijî Efrînê ya bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” dest pê kir û zêdetir ji 108 xal li Efrînê topbaran û bombebaran kirin.