PDK û YNKê rêkeftina siyasî îmze kirin

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê rêkeftineke siyasî di navbera xwe de îmze kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê rêkeftineke siyasî di navbera xwe de îmze kirin.

Îro şanda bilind a PDKê û YNKê li Hewlêrê li baregeha Polîtburoya YNKê civiyan û li ser dabeşkirina postan rêkeftin û her yek ji Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl rêkeftin îmze kirin.

Piştî îmzekirina rêkeftina siyasî her yek ji endamê Polîtburoya PDKê Mehmûd Mehemed û Peyvdarê YNKê Letîf Şêx Omer konferanseke rojnamevanî lidar xistin.

Peyvdarê YNKê Letîf Şêx Omer civîna PDK û YNKê bi dîrokî binav kir û amaje bi wê yekê kir,  ibret di cibicîkirina rêkeftinê de ye.

Peyvdarê PDKê Mehmûd Mehemed ragihand, gerentiya her rêkeftinekê bawerî ye, ew bawerî jî di navbera PDK û YNKê de heye.

Herwiha got: Rêkeftina di navbera PDK û YNKê de,Mîkanîzma çareserkirina pirsgirêkên Kerkûkê û danîna Wezîrê Dadê li Bexdayê destnîşan dike.

Diyar kir jî, komîtek ji bo cibicîkirin û çavdêrîkirina rêkeftinê hat destnîşankirin. Herwiha got: Dema rêkeftin çû warê bicihkirinê, xal bi xal dê bên ronîkirin.  

Şanda PDKê ji Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, Kandîdê PDKê bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê Mesrûr Barzanî, Sekreterê Polîtburoyê Fazil Mîranî û endamên Polîtburoyê Huşyar Zêbarî, Azad Berwerî, Roj Nûrî Şaweys û Cafer Îminkî pêk hatibû.

Şanda YNKê ji Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl, Hakim Qadir Hemcan, Erselan Bayîz, Îmad Ehmed, Qubad Talebanî, Cafer Şêx Mustefa, Omer Fetah, Seidî Ehmed Pîre, Letîf Şêx Omer, Ednan Heme Mîne, Rizgar Elî û Lahor Cengî pêk hatibû.

Civîna îro ya PDK û YNKê piştî wê yekê hat, duhî Serok Barzanî pêşwazî li şandeke YNKê bi serokatiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl û du endamên Polîtburoya wê partiyê kiribû û li gor daxuyaniyeke hevbeş, di wê civînê de tekezî li ser karê cidî û berdewamiya rêkeftinê kirin, bo damezrandin û bihêzkirina sazî û dezgehên Kurdistanê kirin

 

S. B