YE ji Yasaya Ewleyiyê ya Tirkiye dilgiran e
K24 – Navenda Nûçeyan
Yekîtiya Ewrûpa bi daxûyaniyeke nivîskî helwêsta xwe beramberî rakirina Rewşa li Tirkiye û pejirandina Yasaya Ewleyiyê ragihand.
Ligor daxûyaniya ku ji alî Berpirsa Bilind a Siyaseta derve û Ewleyiyê ya Yekîtiya Ewrûpa ve hatî ragihandin, rakirina Rewşa Awarte bi pêngavek erênî û pejirandina Yasaya Ewleyiyê bi pêngavek neyênî hate nirxandin.
Daxûyanî amaje bi wê yekê dike ku, Yasaya Ewleyiyê ev kargeriyên erênî yên rakirina Rewşa Awarte lawaz dike û ev yek dilgiraniyê peyda dike.
Nasandina mafên ramanî, azadiya medya, mafên bingehîn, serdestiya huquqê wekî bîngeha pêşkeftina pêwendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpa tên destnîşan kirin.
C.B