Kovareke Amerîkî ji bo referandûmê, rexneyên tund li Koşa Spî digire

Kovareke Amerîkî di raportekê de rexneyên tund li Koşka Spî û rêveberiya Amerîka digire û nîgeraniya wan welatan li hember birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê bi gaveke xirab binav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kovareke Amerîkî di raportekê de rexneyên tund li Koşka Spî û rêveberiya Amerîka digire û nîgeraniya wan welatan li hember birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê bi gaveke xirab binav dike.

Kovara “Commentary” a Amerîkî li ser pêgeha xwe ya eliktironî derbarê helwesta devkî û daxuyaniya rêveberiya Amerîkî li hember birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê de, di raportekê de rexneyên tund li Koşka Spî digire û nivîsiye: “Kurd netewek e bi sedan salan zulm û zor lê hatine kirin û ne xwediyê dewlet in”

Herwiha dibêje: “Amerîka ji ber piştevankirina li referandûma Kurdistanê, gevine xirab avêtine.”

Amerîka çend car in di riya Koşka Spî û Wezareta Derve re ragihandibû, “Nîgeran in ji rêvebirina referandûmê û ditirsin bibe sedema derketina giriftan li pêş berdewamiya şerê li dijî DAIŞê.”

Herwiha Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk lgel nûnerên Brîtanya, Fransa û Nûnerê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî, projeyek ji bo paşxistina referandûma serxwebûna Kurdistanê pêşkêş kiribûn.