Şerê aşkere û vekirî di navbera Îsraîl û Îranê destpê dike

Wezîrê Îstixbarat û Veguhastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand, Îsraîl bi Îranê re ket rûbirûbûneyeke aşkere û vekirî û rê nade ti hebûneke Îranê li Sûriyê hebe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Îstixbarat û Veguhastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand, Îsraîl bi Îranê re ket rûbirûbûneyeke aşkere û vekirî û rê nade Îranê hebûna xwe li Sûriyê bisepîne.

Wezîrê Îstixbarat û Veguhastinê yê Îsraîlê dibêje: “Îsraîl amade ye heger pêwîst bike, agirê wê rûbirûbûnê germtir bike û Tilevîv hemû hewlên xwe dike ji bo hejmûna Îranê li Sûriyê zêde nebe.”

Yisrael Katz ji Radyoya Artêşa Îsraîlê re got: “Siyaseta me hat guhartin û niha rûbirûbûna me bi Îranê vekirî ye û heger pêwîst bike ew rûbirûbûn tundtir bikin, dikin.”

Diyar kir jî, êrîşên artêşa Îsraîlê li ser pêgehên Îranê li Sûriyê, nîşaneke ron e ji Fermandarê Feyleqa Qudis a Supaya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî re ye.”

Tekez kir jî, “Havîngeheke kêşoka li ser berfê li bilindahiyên Colanê bi mûşekekê ku ji nava xaka Sûrî hatiye avêtin, hat armanckirin, lê bi riya “Gunbeda Hesinî” ya Îsraîlê rêgirî lê hate kirin. Ji ber wê her kesek êrîşî ser me bike, dê baceke giran bide.”

Hevdem Fermandarê Hêzên Esmanî yên Artêşa Îranê Ezîz Nesîrzade ragihand, “Bi soz Îsraîlê ji ser nexşeyê radikin.”

 

S. B