Demîrtaş: Hevpeymanan ji bo berjewendiyên xwe çek dan YPG

Demîrtaş: Hêzên Hevpeyman tenê ji bo berjewendiyên xwe alîkariya Kurdan dikin. Heger sibe li hesabê wan neyê, wê di destpêkê de şerê Kurdan bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan HDP Selahattîn Demîrtaş dibêje: Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji bo berjewendiyên xwe çekan didin YPGê û sibe heger ew bixwazin, wê di destpêkê de şerê Kurdan bikin.

Demîrtaş di dadgehkirina xwe ya li Enqereyê de, derbarê biçekkirina YPGê de axaftinek balkêş kir û got: "Îro hemû welatên cîhanê alîkariya Kurdan dikin. Hinek ji wan çekan didin hinek ji wan jî tirêleyan dişînin. Lê alîkariyên xwe ne ji bo çavên Kurdan in. Tenê ji bo berjewendiyên xwe alîkariya Kurdan dikin. Heger sibe li hesabê wan neyê, wê di destpêkê de şerê Kurdan bikin".