DAIŞê li Efganistanê êrîş kir: 52 kesan jiyana xwe jidest dan

Rêxistina terorî DAIŞ li paytexta Efganistanê êrîşî navendek nivîsîna hilbijêran kir. Di nav wan de 21 jin û 5 zarok, 51 kesan jiyana xwe jidest da. Ligor agahdariyên destpêkî herweha 112 brîndar hene

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina terorî DAIŞ li paytexta Efganistanê êrîşî navendek nivîsîna hilbijêran kir. Di nav wan de 21 jin û 5 zarok, 51 kesan jiyana xwe jidest da. Ligor agahdariyên destpêkî herweha 112 brîndar hene.

Piştî êrîşê DAIŞ ragihand ku, êrîş ji alî wan ve hatiye encam dan.

Hilbijartinên li Efganistanê di meha Cotmehê de dê lidar bikevin û ji destpêka vê mehê ve navendên nivîsandina dengdêran dest bi xebata xwe kiribûn.

 

 

C.B