Hikûmeta Tirkiyê dergeheke sînorî li gel Efrînê vekir

Wezîra bazirganiya Tirkiyê Ruhsar Pekcan ragihand, ku di navbera bajarên Hatay û Efrînê de, wan dergeheke nû ya sînorî vekiriye û ji heştê vê mehê ve, dest bi kar kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezîra bazirganiya Tirkiyê Ruhsar Pekcan ragihand, ku di navbera bajarên Hatay û Efrînê de, wan dergeheke nû ya sînorî vekiriye û ji heştê vê mehê ve, dest bi kar kiriye.

Ruhsar Pekcan diyar kir, ku wan navê operasyona xwe ya serbazî (Şaxê Zeytûnê) li wê dergeha sînorî kiriye.

Di destêka vê sale de, Artêşa Tirkiyê bi hevkariyê li gel hin girûpên çekdar ên ser bi opozisyona Sûryê ve, dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) li Efrînê û gundewarê wê kir û di roja 20ê Adara 2018an de, Efrîn û gundewarê wê kontrol kir.

N.O