Ozçelîk: Em navê partiyên xwe naguhêrin

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk bersiva Dadgeha Yasaya Bingehîn a Tirkiyeyê dide.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk bersiva Dadgeha Yasaya Bingehîn a Tirkiyê dide û radigihîne, ew navê partiya xwe nagûherînîn û li ser bername û armanca xwe rijd in.

Serokê PAKê got jî: Mafê çarenûsiyê wekî hemû miletan mafê kurdan e jî û ew dê vî mafî û navê Kurdistanê li dijî Dadgeha Yasaya Bingehîn biparêzin.

Berî niha çend rojan Dadgeha Yasaya Bingehîn a Tirkiyê li dijî partiyên ku bi navê Kurdistanê hatine damezirandin doza girtinê vekiribû.