TAZ: Yasaya Ewleyiyê kirasek nû yê Rewşa Awarte ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Di medya Ewrûpayî de rakirina Rewşa Awarte li Tirkiye hate gengeşekirin, lê ji cîhê wê destpêkirina Yasaya Ewleyiyê rastî rexneyên tund hat.
Bi taybetî medya Almanayê ev babet kir rojeva xwe û di rojname, radio û telewizyonan de bû mijara gengeşeyan.
Rojnameya bêalî ya Almanî TAZ di nivîsek xwe de nivîsand ku: Yasaya Ewleyiyê kirasek nû yê Rewşa Awarte ye.
Ligor rojnameyê ev yasa mafên mirovî, demokrasî û azadiyan binpê dike û desthilatên berfereh dide Serokomar û aliyên ku ew wan erkdar dike.
Heman demê TAZ diyar dike ku, bi pejirandin û praktîkkirina vê yasayê Tirkiye ji nirxên Ewrûpayî yên demokrasî, mafên mirov û azadiyan dûrtir dikeve.
C.B